Sign in

Brahîmê Alûcî

@brahimaluci.bsky.social
246 followers 127 following 2.6K posts

Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە Zimanê me, şeref û rûmeta me ye brahimaluci.blogspot.com/?m=1

PostsRepliesMedia
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 9h
Ax û wax ji dilê trawmatîk xalî nabe. Di derûna wiha de mirov dibin xapînokê xwebûna, û ji "xwe" jî dikevin gumanê. Bindestî dilê mirov ji derûn û giyana mirov sar dike, derhişiya mirov ji 'hiş'mendiya mirov dûr dixe, û "xwebûna" mirov li dû hebûna xelkê xwar dike.
153
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 21h
Li pey şevê tim roj e. Her tişt wextê wê heye. Piştî tengasiya firehî ye. Kevir li cihê xwe giran e. Hestiyê zimên tune, lê hestî dişkîne. Her tiştê mezin bi tiştê biçûk dest pê dike. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
0123
Reposted by Brahîmê Alûcî
Özlemê ⚖️🦋 @ozlemguntas.bsky.social · 04/10/2026
Halê çim hêsirinan çi zaneno mordemo xafil!? Kam ke heta sewdir hayîg o û astereyan seyîr keno, qûrfîyayena înan vîneno; êyî ra pers bike...“ Fuzûlî
071
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 03/10/2026
Şopa te li pey te ye . Piştî zivistanê bihar e. Di bin berfê de jî kulîlk hene. Her dar bi pelên xwe bedew e. Her dar li ser koka xwe bilind dibe. Riya herî dirêj bi gavekê dest pê dike. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
063
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 02/10/2026
Di binê her berzkirinê (sublimasyon) de qirêjiyek heye. Mirovê ku siya xwe nas neke, wê di rûyê kesên din de bigere. Berzkirin carinan ne parastina hezkirinê, lê parastina tirsê ye. Berzkirin (sublimasyon), maskeya tiştê tepisandî (repressed) ye. Deriyê derûnnasiyê (Gateway to psychology)
1144
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 02/10/2026
Her kulîlk bêhna xwe dide. Bêyî xebatê tu tişt çê nayê. Dara xwar li siya xwe dinêre. Her pêl vedigere qiraxa xwe. Xweliya mala te ji zêrê xerîbiyê çêtir e. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
193
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 01/10/2026
Hevalekî got, ez li Ewropayê li mîhrîcana (festîval) Kurdan bûm. Got, dayikeke Kurd bi dil û can ketibû ber sêla sor û nanê hilatî, jikeva, nanêsêlê û şalûfe (şamborek) çêdikirin. Bi saetan li ber wê sêlê sor ma û xwêdan ji eniya wê dihat xwarê.
173
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 01/10/2026
DERÛNA NETEWEYÎ Û XWEBÛNÎ DI NAVBERA SERDEST Û BINDESTAN DE (ceribandinek) Derbirîna hizr û ramanên neteweyî asta hişmendiya bîra neteweyî bilind dike û mirov jêhatî û bi hêjmet, bilîmet dike. Nexweşiyên derûnî (psychological disorders) çavkaniya xwe ji .. brahimaluci.blogspot.com/2026/09/deru...
brahimaluci.blogspot.com
DERÛNA NETEWEYÎ Û XWEBÛNÎ DI NAVBERA SERDEST Û BINDESTAN DE
173
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 01/10/2026
Rîhspî nabe rûspî. Mirovê neheq, bi tîra heq. Bi neheqiyê mirov nagihêje heqiyê. Zimanê çê û wijdanê pak, rûspîtiya mirov e. Mixabin, piraniya mirovan sûd û fêdeya xwe weke heq û mafê xwe dibînin. Hinek mirov, tu dibêjî qey rû-spî ne, lê gava tu bala xwe didî wan, tu dibînî ku tenê rîh-spî ne.
1123
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 30/09/2026
Yê ku ji bo zimanê kurdî û çanda kurdî xizmetê bike, dostê kurdan e. Yê ku qedir û qîmeta zimanê kurdî û çanda kurdî nizane, dostê kurdan nîne. Yê ku kurd, kurdî û çanda kurdan biçûk bibîne an biçûk bixe, dijminê kurdan e (çi dibe bila bibe). Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
183
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 30/09/2026
Li cihê ku wijdan nemîne, şerm jî namîne. Mirov carinan ne ji xelkê, lê ji wijdanê xwe şerm dike. Şerm, ji bo ciwanan xeml e; ji bo kalûpîran jî rûmet û namûs e Ku mirov xwebixwe ji xwe şerm bike, ji şerma li ber xelkê çêtir û hêjatir e. Deriyê derûnnasiyê (Gateway to psychology) Wêne- HÇ (AI)
194
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 30/09/2026
Navê te li pêşiya te diçe. Stêrk di tariyê de dibiriqin. Hêlîna çûkê ji bo wê qesr e. Çem ji kaniyê dest pê dike, zanîn ji pirsê. Berf çiqasî zêde be, bihar ewqasî xweş e. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
193
Reposted by Brahîmê Alûcî
PEN International @peninternational.bsky.social · 29/09/2026
Opening our 92nd Annual Congress, PEN International President Burhan Sonmez addressed the Assembly about what is at stake as AI reshapes how we write and communicate. Every language carries its own memory of the world, and protecting that diversity is at the heart of our work. #PENCongress
166
Reposted by Brahîmê Alûcî
Welat Kendal @welatkendal.bsky.social · 29/09/2026
Bi kurtî bi hemû zaravayan kurdî binivîsin û biaxivin.
142
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 29/09/2026
Algorîtma: bingeha her tiştî ye Algorîtma rêbaz e. Ger kurdî di algorîtmayan de neyê bikaranîn û neyê hesibandin, zimanê kurdî di pergalên dîjîtal de kêm û qels dimîne. HÇ (AI): amûra berfirehkirina kapasîteyê
194
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 29/09/2026
Ez vêga li Stesyonê (Mêrdîn) li qehwa Mûsîkyan çayê vedixwim, ji qala Alûciyan ve, yaboo eyran eyat in.. Li me şeh dikin, li me seyr dikin. Lawww bi derewan, serê me şepk dikin. Şûrê rût e.. Lilehbileh.. Lawê ca xwe... Te di şimikê... Bi gora bavê te... Tiro secera zane.. Ji siba Xwedê de..
153
Reposted by Brahîmê Alûcî
Apo @qoseriko.bsky.social · 01/02/2025
Bijî Kurdistan bijî axa bav û kalan
041
Reposted by Brahîmê Alûcî
Mutlu Civiroglu @mutludc.bsky.social · 29/09/2026
Kurdish leader warns against Islamic State resurgence amid US withdrawal www.rudaw.net/english/cate...
rudaw.net
Kurdish leader warns against Islamic State resurgence amid US withdrawal
Kurdistan Democratic Party leader Masoud Barzani expressed concerns that there are no guarantees that the Islamic State won’t resurface in a scenario akin to their 2014 rise amid the US-led global coa
021
Reposted by Brahîmê Alûcî
EVDILE KOÇER @evdilekocer.bsky.social · 29/09/2026
Roj baş zebeşno😍
012
Reposted by Brahîmê Alûcî
Polesar. Newal. @polesar.bsky.social · 28/09/2026
Êdî kes ji xwe şerm nake. Ku şermkirin betal dibe, ehlax ji betal dibe.
121
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 29/09/2026
Xebat mifta çêyî ye. Agir li cihê xwe disoje. Dar bi bayê re şax dide. Baran bi dilopan dest pê dike. Çemê mezin bêdengek diherike. Gotinên xerab ên xwediyê xwe ne. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
173
Reposted by Brahîmê Alûcî
Sîyabend @siyabend92.bsky.social · 28/09/2026
Bila bê zanîn ku taîfeya Kurdan; li gorî afirandina xwe gelekî wêrek, egît, şerker û xwedî xîret in. Xwedê mezin heylek û esaletek daye wan ku serê xwe bi hêsanî li ber kesî natewînin. Ji bo parastina xak, namûs, şan û keleyên xwe canê xwe feda dikin. #Şerefxanê #Bedlîsî
181
Reposted by Brahîmê Alûcî
Welat Kendal @welatkendal.bsky.social · 28/09/2026
Rojbaş hêjano! Algorîtma English Werin şopê kevin. Bila algorîtma bibe #dimilkî û #kurmancî #hewramî û #soranî û hwd jî dibe. Em kurd in. #Kurdistan #kurdî #CivakaDemokratîk
083
Reposted by Brahîmê Alûcî
Raman Reşokî @ramanresoki.bsky.social · 29/09/2026
Esîlbûn ne ji mal û milkê dinyayê tê. Esîlbûn ruhek e û ruh jî li pey rehetiyê nagere. Ruh li pey nasbûniyê ye.
041
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ferzan Şêr فەرزان شێر @ferzansheer.bsky.social · 28/09/2026
Beşa 22. Teorî û Afirînerî Di vê beşê de Serdar Şengül û Ferzan Şêr bîr û tîrên xwe didin dubendîyeke qedîm, teorî û afrînerîyê. Niha li ser hemû platformên podcastan e. YouTube: www.youtube.com/watch?v=m13X... Spotify: open.spotify.com/episode/4jQH...
youtube.com
Beşa 22. Teorî û Afirînerî
YouTube video by Ban Vakfı
074
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 28/09/2026
Serdest û bindest nabin yek dest. Çavkanî û referansên bindestan, paşgotinên li ser tenûran in. Birîna herî xeternak, ne ya di laş de ye, ya di hiş û aqilê mirov de ye. Axa tu caran xulamê xwe azad nake, azadî di destê xulam bi xwe de ye.
183
Reposted by Brahîmê Alûcî
Mizgîn Welat @mizg81.bsky.social · 28/09/2026
Ez ji do êvarê de difikirim, bê ka gelo li vêderê çi binivîsim û parve bikim û min hêj tiştek peyda nekirîye🫣🫣
281
Reposted by Brahîmê Alûcî
Sûad Haymatlos @shaymatlos.bsky.social · 28/09/2026
Silav li qefleya hazir... youtu.be/F9I_ZYlxLjw?...
youtu.be
Beşa 21. Portre: Suad Haymatlos Rexneya Rexnegirîyê
YouTube video by Ban Vakfı
0257
Reposted by Brahîmê Alûcî
Sedat ulugana @sedatulugana.bsky.social · 28/09/2026
Pirtûka min a nû derçû...
2265
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 28/09/2026
Rêwî diçe, rê dimîne. Êş, xwediyê xwe diêşîne. Kund li cihê wêran dixwîne. Xwediyê xêran, dibe rebenê li ber dêran. Ê me bi reng û peng e, yê xelkê bê his û deng e. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
083
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ferzan Şêr فەرزان شێر @ferzansheer.bsky.social · 27/09/2026
Hêz û Bedewîya Peyvan ferzanser.substack.com/p/hez-u-bede...
ferzanser.substack.com
Hêz û Bedewîya Peyvan
Di destpêka salên nodî de Mehmed Uzun bi navê Hêz û Bedewîya Pênûsê kitêbeke nivîsarî belav kir.
052
Reposted by Brahîmê Alûcî
PeyamaKurd @peyamakurd.bsky.social · 27/09/2026
Li Luksembûrgê dibistana #Kurdî dest bi perwerdeyê kir peyamakurd.info/ku/cand-u-hu...
peyamakurd.info
Li Luksembûrgê dibistana Kurdî dest bi perwerdeyê kir
PeyamaKurd - Li welatê Luksembûrgê, bi vekirina dibistaneke nû ji aliyê Komeleya Roj Lux ve sala xwendinê ya zimanê Kurdî dest pê kir. Di vê sala ewil de 26...
064
Reposted by Brahîmê Alûcî
Harun Xwenas @harunxwenas.bsky.social · 01/02/2025
Ez li vir im ku rastiya Kurdistanê biqîrim.
061
Reposted by Brahîmê Alûcî
diyarname.bsky.social @diyarname.bsky.social · 27/09/2026
- 2000: Ji romana "Ulysses" a nivîskarê îrlandî James Joyce fîlmekî hatibû kişandin, piştî 33 salan Îrlandayê qedexeya li ser fîlm rakir. www.diyarname.com/iro-ci-qewim...
035
Reposted by Brahîmê Alûcî
diyarname.bsky.social @diyarname.bsky.social · 26/09/2026
Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî www.diyarname.com/news.php?Idx... #FetaneWelidi
diyarname.com
Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî
053
Reposted by Brahîmê Alûcî
PeyamaKurd @peyamakurd.bsky.social · 27/09/2026
🟢Ciwanên jîngehparêz 400 balinde berdan xwezayê #Kurdistan peyamakurd.info/ku/cand-u-hu...
peyamakurd.info
Ciwanên jîngehparêz 400 balinde berdan xwezayê
PeyamaKurd - Hejmarek ciwan, xwebexş û çalakvanên jîngehparêz ên ji navçeyên Berdereş û Şêxanê çûn binara Çiyayê Meqlûbê û di çalakiyeke xwebexş de, 400...
011
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ferzan Şêr فەرزان شێر @ferzansheer.bsky.social · 07/01/2026
Gelekî xweş bû, cara ewil ez bi kurdîya Burhan Sönmez hesiyam têra xwe heye, belkî zêdetir. Her weha çîroka Nuredîn Zaza... Rêza hûrgûlîyê dike ku em nivîskarên xwe jî hebekî ji nêztir nas bikin. #pall
021
Reposted by Brahîmê Alûcî
Sîyabend @siyabend92.bsky.social · 27/09/2026
"Ez li vir im , nobedarê dara gûzê me".
0111
Reposted by Brahîmê Alûcî
EVDILE KOÇER @evdilekocer.bsky.social · 27/09/2026
Me ji nav qedexe û sansûr û girtin û dîwar û sî û sêpanên dinyayê de hebûnek ava kir… Te got erê qad û dîk û meydana nû?😆
162
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 27/09/2026
Azadî bi xwe-nasînê dest pê dike. Bindest heya nebin xwediyê xwebûna xwe azad nabin. Bindest, dema ku bindestiya xwe nas bikin, dikarin bibin kirdeyê veguhertinê. Zilm û zor ne tenê bi hêz û şiyana serdestan, bi bêdengî û pejirandina bindestan jî didome.
163
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 27/09/2026
Ava golan bê tevger e. Dîn be, dînê mala xwe be. Çi bê serê mirov ji zimên e. Hatin nav me, bûn xwediyê me. Ava miriya, nerijîne nava deriya. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
053
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 26/09/2026
Deham Ebdulfettah (1942, Amûdê - ), mamoste, wergêr û zimannasekî kurd e ku bi xebatên xwe yên li ser rêzimana kurdî (kurmancî) tê naskirin. rêzdar Deham Ebdulfettah temenê xwe daye xizmeta zimanê kurdî û wekî rûmeteke mezin, di qonaxeke jiyana xwe de biryar daye ku hemû nivîsên xwe yên bi erebî +++
163
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 26/09/2026
REWŞA KURDAN A DI NAVBERA DEWLETÊN SERDEST DE Dema mirov li hizr û ramanên neteweyî yên Kurdan dinêre, bi gelemperî ew tenê weke diyardeyeke siyasî an dîrokî tê fêmkirin — rojhilata navîn a ku hatiye parçekirin, sînorên Sykes-Picot, serhildan û binketin. brahimaluci.blogspot.com/2026/09/rews...
brahimaluci.blogspot.com
REWŞA KURDAN A DI NAVBERA DEWLETÊN SERDEST DE
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی
153
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 26/09/2026
Bav çawa ye, kur wisa ye. Caşik mezin bibe, dibe ker. Heyfa dijmin li dijmin nayê. Werîs bi herçîn e, bar bi perçîn e, baş bijdîn e. Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî wilo lê dinêre. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
053
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 25/09/2026
"Ez bixwe gelek kurdan nas dikim ku ji ber kurdayetiya xwe celî, sirgûn û koçber bûne û xwe spartine bextê Ewropayê. Lêbelê tu bala xwe didî wan: herçiqasî ew êdî hewceyê zimanê dagirkerên (colonizers) xwe jî nebin jî, dîsa jî dev ji zimanê dagirkerên xwe bernadin. +++
153
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 25/09/2026
KESAYETIYA GRANDIYOZ (GRANDIOSITY) Grandiyozî rewşeke derûnî ye ku tê de takekes xwe û xwebûna (self) xwe ji mirovên din pir berztir, bilindtir, jêhatîtir, zîrektir an jî taybettir dibîne — dîtineke ku dûrî rastiya rasteqîn e û bi bingehên heyben û objektîf nayê piştrastkirin. +++
143
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 25/09/2026
Wijdan ku ket bazarê, dest bişo ji hewarê. Me kerê xwe bi ker da, barê mewîja jî bi ser da. Hespan, xwe nalkirin; keran, simê xwe li bakirin. Goştê mirovan nayê xwarin, xû û exlaqê mirovan tê xwarin. Gotinên pêşiyan
153
Reposted by Brahîmê Alûcî
diyarname.bsky.social @diyarname.bsky.social · 23/09/2026
012
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 24/09/2026
Ceribandinên berê yên li ser zarokan Berê, dema zarok nû ji dayik dibûn, wan serberjêr dikirin û çend tepik li qûna wan dixistin Ji bo ku bizanibin guhê wan dibihîze an na, li nêzî guhê wan bi dengekî şit li tenekeyekê dixistin. Heke pitik ji dengê wê veciniqî, ceribandin serketî dihat hesibandin
154
Brahîmê Alûcî @brahimaluci.bsky.social · 24/09/2026
Dîlan çawa digere, tu jî wilo digere. Ax çiqasî pir e, mar bi qinyat dixwin. Çi were serê te, ji dest û zimanê te ye. Gotin: were em te bikin mîr. Got: na ez ê bibim gizîr. Dinyanedîtiyan tiştek nedîtin, dema dîtin, bi xwe de rîtin. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
043